Dinya

Li DYAyê xwepêşanderan alîgiriya medyayê ya di warê êrîşên dijî Xezeyê da protesto kirin

Aynur Şeyma Asan  | 06.08.2025 - Rojanekırın : 06.08.2025
Li DYAyê xwepêşanderan alîgiriya medyayê ya di warê êrîşên dijî Xezeyê da protesto kirin

Ankara

 Li DYAyê xwepêşanderên piştevanên Filistînê, ji ber ku nûçeyên medyaya DYAyê yê di warê êrîşên dijî Xezeyê da, "alîgir û ziman pasîf in" protesto kirin.

Xwepêşanderên piştevanên Filistînê, li Washingtonê li kolana ku nivîsgehên saziyên medyayê yên weke NBC, Fox News, MSNBC, The Hill lê ne, li hev civiyan.

Xwepêşanderan li dijî nûçeyên alîgir ên medyaya DYAyê yên li ser êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê nerazîbûn nîşan dan û pankartên ku li ser wan "Hevkariya medyayê di qirkirinê da rawestînin" û "Medya derewan dike, Xeze dimire" hebûn.

Organîzatorê xwepêşandanê Hazami Barmada got, "22 meh in, Xeze di bin êrîşên bênavber da ye, bi deh hezaran kes ku gelek ji wan zarok in, mirine. Lê dîsa jî, piraniya medyayê bêdeng e, dûr disekine û heta hevkar e."

Barmada ji ber ku medya zimanê pasîf bi kar tîne rexne girt û got, "Tiştên ku ji vê avahiyê derdikevin şikil didin nûçeyên ku cîhan ji wan bawer dike û niha ew nûçe mirovan dikujin."

Barmada tekez kir ku saziyên medyayê yên pêşeng li şûna bêje "Îsraîl mirovan birçî dihêle" zimanekî pasîf bikar tînin û dibêjin "Mirov birçî dimînin" û her wiha got ku medya "kuştinên girseyî normalîze dike û dengê Filistîniyan qut dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın