Önder Beyter
15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
NEW YORK
Li bajarê New Yorkê yê DYAyê li Balafirxaneya LaGuardiayê rêwiyê 70 salî yê ku ji ber 50 dolar pereyê baxajê bihêrs bû û henekê "bombe"yê kir, bû sedemê tehliyekirina balafiraxeyê.
John Parkê 70 salî ji bo biçe Detroitê hat Balafirxaneya LaGuardiayê û herwaha li vir bankoya Rêhewayên Spiritê ya ku wê pê bifire, ji bo baxajê 50 dolar jê xwest. Park jî bihêrs bû û bi henekî got, "di hundirê wê da bombe heye." Li ser vê, balafirxane hat valakirin.
Ekîbên lêkolîna bombeyê yên Midûriyeta Ewlekariya New Yorkê (NYPD) sewqî balafirxaneyê kirin û herwiha polêsan rêwiyê bihêrsbûyî binçav kirin.
Li balafirxaneya ku miemele lê hatin rawestandin, qedera du saet piştî bûyerê miemeleyan cardin dest pê kirin.
Parkê ku bi "gefxwarina terorê" hat tawanbar kirin, derxistin ber Dadgeha Cezayê ya Queensê. Li dadgehê Park got, "Ez asyayî me. Di çanda me da henekên cuda hene." Paşê Park bi biryara bêkefalet hat berdan.