Ahmet Aydın
02 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2021
Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 473 zêde bû û gihişt 354 hezar û 381ê.
Li gorî daneyên li ser malpera Worldmetersê, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 236 hezar û 562 zêde bû gihişt 20 milyon û 462 hezar û 501ê.
Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 473 zêde bû û gihişt 354 hezar û 381ê.
Li wî welatî heta nuha hejmara rehetbûyan 12 milyon û 129 hezar û hejmara testan jî 253 milyon û 672 hezar derbas kir.
California bi zêdetir ji 2 milyon û 300 hezar pêketiyan di rêza serî de ye.
Bi dû Californiayê de bi zêdetir ji milyonek 776 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji milyonek û 323 hezar pêketiyan Florîda tê.
Di warê hejmara mirinan de eyaleta New Yorkê bi 38 hezar û 7 miriyan di rêza serî de cih digire.
Bi dû DYAyê de bi zêdetir ji 10 milyon û 293 hezar pêketiyan Hîndistan û bi zêdetir ji 7 milyon û 675 hezar pêketiyan Brezîlya tê.