Dinya

Li dorbera Hesekeyê û başûrê Eynel Erebê pevçûnan dîsa dest pê kirin

Ömer Koparan, Mustafa Deveci  | 20.01.2026 - Rojanekırın : 20.01.2026
Li dorbera Hesekeyê û başûrê Eynel Erebê pevçûnan dîsa dest pê kirin

Ankara

 Li dorbera parêzgeha Hesekeyê û başûrê Eynel Erebê pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û unsûrên rêxistina terorê dîsa dest pê kirin.

Li gorî ragihandina peyamnêrê AAyê yên li herêmê, li dorbera parêzgeha Hesekeyê ya serê sibehê bêdengî lê hebû, di navbera hêzên Sûriyeyê û unsûrên YPG/HSDyê da bi dema Tirkiyeyê di saet 12.15an da li cih cihan pevçûnan dîsa dest pê kirin.

Pevçûn li dorbera Çiyayê Ebdulezîz ê li rojhilatê başûrê Hesekeyê didomin.

Artêşa Sûriyeyê yek jê biniya navenda bajarê Hesekeyê, xwe li 4 cihan edilandiye.


 - Li Hesekê nêzîkî xaleke kontrolê ya ku YPG/HSD jê vekişiyabû, 10 sivîl di wesayîtên xwe de mirî hatin dîtin

Di êrîşa nêzîkî xaleke kontrolê ya derdora gundê Mukmînê ku YPG/HSDya rêxistina terorê, jê vekişiyabû, hat tesbîtkirin ku di nava 2 otomobîlan da 2 jê jin 2 jê zarok bi giştî 10 sivîl hatine kuştin.

Otomobîlên ku tê gotin ku yên malbatên ku ji ber şer hewl didan ji Hesekê derkevin, hat dîtin ku hatine gulebarankirin.

Rayedarên artêşa Sûriyeyê yên li herêmê diyar kirin ku êrîş ji hêla hêmanên rêxistinê va hatiye kirin ku nexwestin nifûsa herêmî ji malên xwe derkevin.

Artêşa Sûriyeyê ku duh pêşveçûna xwe ji deverên gundewarê Hesekê ber bi navenda bajêr da didomîne, ji bo kontrolkirina herêmê li çar xalan bi cih bûbû. Pevçûnên ku serê sibê rawestiyabûn, nîvro ji nû va dest pê kirin.

- ⁠Operasyona Artêşa Sûriyeyê û Peymana Entegrasyona Tam

Artêşa Sûriyeyê di 16ê Çileya Paşîn da li deverên rojavayê Rûbarê Feratê li dijî YPG/HSDya rêxistina terorê operasyon da destpêkirin.

Paşê bi beşdariya eşîran operasyon ber bi rojhilatê Rûbarê Feratê va berfireh bû, di encamê da beşeke mezin ji axa ku ji aliyê rêxistinê va hatibû dagirkirin ket bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê.

Peymana Agirbest û Entegrasyona Tam a di navbera hikûmeta Şamê û YPG/HSDyê da hatiye îmzekirin, bendên wekî vekişîna tevahî ya rêxistinê ji parêzgehên Reqa û Dêra Zorê yên li rojhilatê Rûbarê Feratê, veguheztina saziyên giştî yên li Hesekeyê bo dewletê, kontrola hemî deriyên sînor û çavkaniyên enerjiyê ji hêla desthilatdariya navendî va û entegrekirina takeyî ya çekdarên YPG/HSDyê di nav hêzên ewlehiyê da dihewîne.

Lêbelê tevî ku peyman di 18ê Çileya Paşîn da ket rewacê jî, çekdarên YPG/HSDyê duh li deverên cuda yên Reqa û Hesekeyê bi artêşa Sûriyeyê ra şer kirin.

- Bendava Kaburê ya li başûrê Hesekeyê ket destê artêşa Sûriyeyê

Li Sûriyeyê di çarçoveya Peymana Agirbest û Entegrasyona Tam da artêşa Sûriyeyê li rojhilatê Çemê Feratê kontrola Bendava Kaburê ya li başûrê Hesekeyê jî bi dest xist.

Li gorî nûçegihanê AAyê yê li herêmê, Bendava Kaburê ya li başûrê bajarê Hesekeyê jî ket bin kontrola artêşa Sûriyeyê.

Li Hesekeyê pevçûnên li derûdora Çiyayê Ebdulezîzê yê li başûrê rojhilatê bajêr, dem demî dewam dikin.

Artêşa Sûriyeyê di çarçoveya peymana navbera hikûmeta Şamê û YPG/HSDyê da pêşvaçûna xwe ya ji bo kontrolkirina Heseke û Eyn el-Erebê (Kobanê) domandibû.

Di 18ê Çileya Paşîn da navbera hikûmeta Şamê û YPG/HSDya rêxistina terorê da Peymana Agirbest û Entegrasyona Tam hatibû îmzekirin. Li gorî peymanê hemû saziyên sivîl ên li bajarê Hesekeya di bin dagirkeriya rêxistina terorê da ye divê bi sazî û dezgehên îdarî yên dewleta Sûriyeyê va bên entegrekirin.

Ji bilî vê, di peymanê da xaleke ku dixwaze hebûna eskerî ya zêde ji herêma Eyn el-Erebê vekişe, hêzeke ewlehiyê ya ji niştecihên bajêr pêk tê bê avakirin û teşkîlateke polêsan a herêmî ya ku ji hêla rêvebiriyê va girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê bê avakirin jî heye.

 - Artêşa Sûriyeyê li Reqaya di bin dagirkeriya YPG/HSDya rêxistina terorê da kontrola Girtîgeha Aktanê bi dest xist

Artêşa Sûriyeyê li bakurê bajarê Reqayê ya di bin dagirkeriya YPG/HSDya rêxistina terorê û hêzên rejima têkçûyî da ye, kontrola Girtîgeha Aktanê bi dest xist.

Di daxuyaniya nivîskî ya Daîreya Çapemenî û Ragihandinê ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê da hat gotin li Girtîgeha Aktanê ewlehî bi tevahî hat pêkanîn û li derûdora wê hêzên ewlehiyê hatin bicihkirin.

Hat gotin nûçeyên ku dibêjin li derûdora girtîgehê pevçûn çêdibin ne rast in.

 - Artêşa Sûriyeyê di xeta Eynul Erebê da ket bajaroka Sirînê û li Hesekeyê jî pevçûn didomin

Li Sûriyeyê di çarçoveya Agirbest û Peymana Entegrasyona Tam da artêşa Sûriyeyê piştî pevçûnên gur di xeta Eynul Erebê da ket bajaroka Sirînê û li başûrê Hesekeyê jî pevçûnên bi unsûrên rêxistina terorê YPG/HSDyê ra didomin.

Li gorî ragihandina peyamnêrên AAyê yên li herêmê, di pevçûnên li başûrê Hesekeyê da herdu alî çekên giran bi kar tînin.

Hêzên artêşê ketin Qada Petrolê ya Holê û hewl didin herêmê kontrol bikin.

Artêşa Sûriyeyê li Hesekeyê ber bi Kampa Holê diçe ku malbatên mensûbên rêxistina terorê DEAŞê lê ne û piraniya wan jî jin û zarok in.

Artêşa Sûriyeyê devera sîloyên genim lê ne jî kir bin kontrola xwe.

Yekîneyên artêşê berî vê, li başûrê Hesekeyê Bendava Xabûrê jî kiribû bin kontrola xwe.

 - AAyê dîmenê girtîgeha Şedadê ya ku rêxistina terorê mensûbên DEAŞê berdan, kişand

Ajansa Anadoluyê (AA) dîmenê girtîgeha Şedadêya bajarê Hesekê ya li bakurê Sûriyeyê kişand. Rêxistina terorê YPG/HSDyê duh mensûbên DEAŞa rêxistina terorê ji vê girtîgehê berdabûn.

Rêvebiriya Şamê kontrola girtîgehê ji rêxistina terorê stand û gelek wezîfedarên ewlehiyê li girtîgehê bi cih kirin.

Piştî ku YPG/HSDyê terorîstên DEAŞî berdan, girtîgeh vala bû û di dîmenan da şopa bûyerên duh tên dîtin.

Rêxistina terorê dema ku mensûbên DEAŞê berdane, girtiyan cil û bergên tûtik ên ku li xwe kiribûn, derxistine û avêtine derdora girtîgehê. Cil û berg di dîmenan da dixuyên.

Mensûbên YPG/HSDyê jî dema ku ji wir çûne, kamûflajên xwe li nava girtîgehê hiştine.

- Ji 120 DEAŞiyan 81 hatibûn girtin

Li gor daxuyaniya ku duh ji artêşa Sûriyeyê hatibû dayîn, YPG/HSDyê terorîstên DEAŞî yên Şedadê berdabûn.

Di daxuyaniyê da hatibû gotin ku YPG/HSD berpirsiyar e ku mensûbên DEAŞê ji girtîgeha Şedadê hatine berdan.

Ji aliyê din va Wezareta Karên Derva ya Sûriyeyê daxuyaniya nivîskî dabû û gotibû ku YPG/HSDyê ji girtîgeha Şedadê 120 terorîstên DEAŞî berdane, 81 ji wan bi destê hêzên Sûriyeyê cardin hatine girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın