DIYARBAKIR
Li Bîsmila navçeya Diyarbekirê 2 kesên hewl didan ku 4 zarokên 15-16 salî yên ku xapandine bibin serê çiyê, hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn Fermandariya Navçe û Bajêr agahiya K.T û A.Yyê ku li navçeyê dijîn zarokan dixapînin û ji bo ku bibin serê çiyê tevî kadroya PKKyê bikin amadehiyê dikin, bi dest xist.
Di kontrola rê ya ku ekîbên jendirmeyan dikirin de minîbusa ku K.Tyê diajot dan sekinandin. Di minîbusê de gumanbarê din A.Y û 4 zarokên ku ser wan nasnameyên wan tunebûn hatin tespîtkirin.
Di îfadeyên ewil de hat diyarkirin ku gumanbar zarokên ku xapandine ji bo ku teslîmê kadroya çiyê bikin dibirin. 4 zarok piştî îfadeyên wan teslîmî malbatên wan kirin.
K.T û A.Yyê ku hatin binçavkirin ji aliyê meqamên edlî yên ku hatin sewqkirin ve hatin girtin.