SILÊMANIYE
Penaberê sûriyî Welîd Evdirehmanê ku xwe spartibû Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo PKKya ku kurê wî yê 15 salî revandiye protesto bike, xwe şewitand.
Li gor agahiyên ku hatin hildan Evdirehman duh danê nîvro li ber deriyê ofîsa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a li Silêmaniyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û ji rayedarên partiyê xwest bila kurê wî "Brîn"ê ku ji hêla PKKê ve hatiye revandin teslîm bikinê. Lê tu bersiv nehat dayîn û li ser vê jî wî êvarê benzîn bi xwe de kir û agir berî xwe da.
Bi saya midaxeleya welatiyên derdorê agirê ku bi bedena Evdirehman ket hat vemirandin û ew rakirin nexweşxaneyê.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin dermankirina wî didome.