Dinya

Li Diyalaya bajarê Iraqê 12 endamên DEAŞê hatin qefaltin

Ali Makram Ghareeb  | 05.06.2021 - Rojanekırın : 06.06.2021
Li Diyalaya bajarê Iraqê 12 endamên DEAŞê hatin qefaltin

Diyala

 Hat ragihandin li Diyalaya bajarê Iraqê 12 endamên DEAŞa rêxistina terorê hatin qefaltin.

Tora Medyaya Ewlehiya Iraqê ragihand ku hêzên polêsan li navenda bajarê Diyalayê bi hevdemî operasyon birin ser sê navnîşanan.

Hat gotin di operasyonê da 12 gumanbar hatin binçavkirin û li navnîşanên jî ewraq û nasnameyên sexte hatin bidestxistin.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di îfadedayîna ewil da gumanbaran qebûl kirin ku ew endamên DEAŞê ne û ew sewqî dadgehê kirin.

DEAŞa rêxistina terorê di sala 2014an da bi tevahiya Mûsil, Selahaddîn, Enbar û qismekî Diyala û Kerkûka bajarên Iraqê hildabû bin kontrola xwe û ew herêm peyderpey ji rêxistinê hatin rizgarkirin.

Serokwezîrê Iraqê yê wê heyamê Heyder el-Ebadî di 9ê Berfanbara 2017an da gotibû ku wan DEAŞ têk bir û serfiraz bûn.

Ev nêzî 4 salan e ku Iraq ji DEAŞê hatiye paqijkirin lê digel vê hê jî li hin herêman êrîşên rêxistinê dewam dikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın