İbrahim Atmaca
08 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2020
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 36 milyon û 401 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 60 hezar û 567 kes ji ber şewbê mirin.
Jimara pêketiyan derket 36 milyon û 401 hezar û 583yan, 27 milyon û 418 hezar û 538 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn. Li ser rûyê dinyayê 7 milyon û 922 hezar û 478 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 776 hezar û 224an û ji ber şewbê heta niha 216 hezar û 784 kes jî mirin.
Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 300 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:
"Hindistan (6 milyon û 835 hezar û 655), Brezîlya (5 milyon û 2 hezar û 357), Rûsya ( milyonek û 248 hezar û 619), Kolombiya (877 hezar û 683), Îspanya (872 hezar û 276), Arjantîn (840 hezar û 915), Peru (835 hezar û 662), Meksîka (799 hezar û 188), Afrîkaya Başûr (685 hezar û 155), Fransa (635 hezar û 509), Îngiltere (544 hezar û 275), Îran (483 hezar û 844), Şîlî (474 hezar û 440), Iraq (391 hezar û 44), Bangladeş (373 hezar û 151), Erebistana Siûdî (337 hezar û 711), Îtalya (333 hezar û 940), Fîlîpîn (329 hezar û 637), Tirkiye (329 hezar û 138), Pakistan (316 hezar û 934), Endonezya (315 hezar û 714) û Almanya (311 hezar û 113)."
Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas dibe wiha ne:
"Brezîlya (148 hezar û 304), Hindistan (105 hezar û 554), Meksîka (82 hezar û 726), Îngiltere (42 hezar û 515), Îtalya (36 hezar û 61), Peru (33 hezar û 9), Îspanya (32 hezar û 562), Fransa (32 hezar û 445), Îran (27 hezar û 658), Kolombiya (27 hezar û 180), Arjantîn (22 hezar û 226), Rûsya (21 hezar û 865), Afrîkaya Başûr (17 hezar û 248), Şîlî (13 hezar û 90), Ekvador (11 hezar û 743), Endonezya (11 hezar û 472) û Belçîka (10 hezar û 108)."