Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê derket 31 milyon û 504 hezar û 352yan

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuxana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, derket 31 milyon û 504 hezar û 352yan.

İbrahim Atmaca  | 22.09.2020 - Rojanekırın : 23.09.2020
Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê derket 31 milyon û 504 hezar û 352yan

Ankara

 Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuxana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, derket 31 milyon û 504 hezar û 352yan.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 969 hezar û 753 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 31 milyon û 504 hezar û 352yan, 23 milyon û 132 hezar û 12 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn. Li ser rûyê dinyayê 7 milyon û 402 hezar û 587 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 46 hezar û 216an û ji ber şewbê heta niha 204 hezar û 506 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 300 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (5 milyon û 562 hezar û 663), Brezîlya (4 milyon û 560 hezar û 83), Rûsya (milyonek û 115 hezar û 810), Peru (772 hezar û 896), Kolombiya (770 hezar û 435), Meksîka (700 hezar û 580), Îspanya (671 hezar û 468), Afrîkaya Başûr (661 hezar û 936), Arjantîn (640 hezar û 147), Fransa (458 hezar û 61), Şîlî (447 hezar û 468), Îran (425 hezar û 481), Îngiltere (398 hezar û 625), Bangladeş (350 hezar û 621), Erebistana Siûdî (330 hezar û 246), Iraq (322 hezar û 856), Pakistan (306 hezar û 886) û Tirkiye (304 hezar û 610)."

Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas dibe wiha ne:

"Brezîlya (137 hezar û 350), Hindistan (88 hezar û 965), Meksîka (73 hezar û 697), Îngiltere (41 hezar û 788), Îtalya (35 hezar û 724), Peru (31 hezar û 474), Fransa (31 hezar û 338), Îspanya (30 hezar û 663), Îran (24 hezar û 478), Kolombiya (24 hezar û 397), Rûsya (19 hezar û 649), Afrîkaya Başûr (15 hezar û 992), Arjantîn (13 hezar û 482), Şîlî (12 hezar û 298) û Ekvador (11 hezar û 95).

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın