Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê jimara kesên ku bi wan ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin ji 6 milyon û 575 hezarî derbas bû

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û belav bû, kişiya wan derket 6 milyon û 575 hezar û 874an.

İbrahim Atmaca  | 04.06.2020 - Rojanekırın : 04.06.2020
Li dinyayê jimara kesên ku bi wan ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin ji 6 milyon û 575 hezarî derbas bû

Ankara

 Li tevahiya dinyayê hejmara kesên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û belav bû, kişiya wan derket 6 milyon û 575 hezar û 874an.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 388 hezar û 66 kes ji ber vîrusê mirin û 3 milyon û 172 hezar û 208 kes jî ji vîrusê filitîn û qenc bûn.

Li seranserê dinyayê heta niha 3 milyon û 15 hezar û 600 kesên enfekte hene.

- Rewş herî zêde li Amerîkayê xirab e

Welatê ku mirî û kesên bi vîrusê ketine herî zêde lê heye Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara kesên bi vîrusê ketine derket milyonek û 901 hezar û 783yan û ji ber nexweşiyê heta niha 109 hezar û 142 kes jî mirin.

- Welatên ku ji 50 hezarî zêdetir waqie lê hene wiha ne:

"Brezîlya (584 hezar û 562), Rûsya (432 hezar û 277), Îspanya (287 hezar û 406), Îngiltere (279 hezar û 856), Îtalya (233 hezar û 836), Hindistan (217 hezar û 187), Almanya (184 hezar û 425), Peru (178 hezar û 914), Tirkiye (166 hezar û 422), Îran (160 hezar û 696), Fransa (151 hezar û 677), Şîlî (113 hezar û 628), Meksîka (101 hezar û 238), Kanada (93 hezar û 85), Erebistana Siûdî (91 hezar û 182), Pakistan (85 hezar û 264), Çîn (83 hezar û 22), Qeter (62 hezar û 160), Belçîka (58 hezar û 685) ve Bangladeş (55 hezar û 140)."

Jimara kesên ku li van welatan mirin jî wiha ne:

"Îngiltere 39 hezar û 728, Îtalya 33 hezar û 601, Brezîlya 32 hezar û 568, Fransa 29 hezar û 21, Îspanya 27 hezar û 128, Meksîka 11 hezar û 729, Belçîka 9 hezar û 522, Almanya 8 hezar û 699, Îran 8 hezar û 102, Kanada 7 hezar û 498, Hindistan 6 hezar û 88, Rûsya 5 hezar û 215, Peru 4 hezar û 894, Çîn 4 hezar û 634, Tirkiye 4 hezar û 609, Pakistan 1770, Şîlî 1275, Bangladeş 746, Erebistana Siûdî 579 û Qeter 45."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın