Li dinyayê jimara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin ji 4 milyon û 900 hezarî derbas bû
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kişiya wan ji 4 milyon û 900 hezarî derbas bû.
Ankara
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kişiya wan ji 4 milyon û 900 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê hejmara kesên vîrusa koronayê kişiya wan derket 4 milyon û 905 hezar û 839an.
Welatê ku herî zêde waqie lê hene bi milyonek û 550 hezar û 294 kesan va Amerîka ye. Dû Amerîkayê ra bi dorê Rûsya (299 hezar û 941), Îspanya (278 hezar û 719), Brezîlya (255 hezar û 368), Îngiltere (246 hezar û 406), Îtalya (225 hezar û 886), Fransa (179 hezar û 927) û Almanya (177 hezar û 289) tê.
Li Tirkiyeyê jimara kesên ku vîrus kişiya wan derket 150 hezar û 593yan.
Di Worldometerê da welatên ku jimara kesên ku vîrus kişiyaye wan ji 50 hezarî derbas bûne, wiha ne:
"Îran (122 hezar û 492), Hindistan (101 hezar û 261), Peru (94 hezar û 933), Çîn (82 hezar û 960), Kanada (78 hezar û 72), Erebistana Siûdî (57 hezar û 345) Belçîka (55 hezar û 559) û Meksîka (51 hezar û 633)."
Şewba Kovîd-19ê di berfanbara 2019an da li bajarê Wuhanê yê Hubeya eyaleta Çînê derket û li tevahiya dinyayê belayî 200î zêdetir welat û herêman bû.
Li tevahiya dinyayê 320 hezar û 189 kes ji ber vîrusê mirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.