Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê heta niha hejmara herî zêde ya rojane ya pêketiyên Kovîd-19ê li Hindistanê hat tesbîtkirin

Nuri Aydın  | 22.04.2021 - Rojanekırın : 22.04.2021
Li dinyayê heta niha hejmara herî zêde ya rojane ya pêketiyên Kovîd-19ê li Hindistanê hat tesbîtkirin

Ankara

 Li Hindistana ku ji wan welatan e cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) tesîreke xedar lê kiriye, di 24 saetan da 314 hezar pêketî hatin tesbîtkirin ku ev amar li dinyayê heta niha hejmara herî zêde ya rojane ya pêketiyan e.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Hindistanê, di 24 saetên dawîn da 2 hezar û 104 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara miriyan bi vî awayî derket 184 hezar û 657an.

Di 24 saetên dawîn da bi 314 hezar û 835 pêketiyan va Hindistan di warê hejmara herî zêde ya rojane ya pêketiyên Kovîd-19ê da ji Amerîkayê derbas bû ku li Amerîkayê hejmara herî zêde 8ê Rêbendanê hatibû qeydkirin. Her wiha li Hindistanê hejmara pêketiyan derket 15 milyon û 924 hezar û 806an.

Li vî welatî 13 milyon û 454 hezar û 880 kes ji vîrusê filitîn, tedawiya 2 milyon û 291 hezar û 413 kesan jî didome.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın