Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 30 milyonî derbas bû
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 30 milyonî derbas bû.
Ankara
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 30 milyonî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ketin bû 30 milyon û 36 hezar û 868.
Welatê pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 828 hezar û 301î.
Ji bilî Amerîkayê 10 welatên ku hejmara pêketiyan herî zêde ye wiha ne:
Hindistan (5 milyon û 118 hezar û 253), Brezîlya (4 milyon û 421 hezar û 686), Rûsya (milyonek û 79 hezar û 519), Peru (744 hezar û 400), Kolombiya (736 hezar û 377), Meksîka (680 hezar û 931), Afrîkaya Başûr (653 hezar û 444), Îspanya (614 hezar û 360), Arjantîn (589 hezar û 12) û Şilî (439 hezar û 287).
Li Tirkiyeyê jî hejmara pêketiyan gihîşt 296 hezar û 391î.
Şewba vîrusa koronayê ya nû li Wuhana bajarê Çînê derket û ji 200î zêdetir welat û herêmî bû.
Li tevahiya dinyayê ji ber şewbê 945 hezar û 92 kes mirin.
21 milyon û 804 hezar û 30 kesên vîrusê ketibûn jî baş bûn, tedawiya 7 milyon û 287 hezar û 746 kesan dewam dike.