Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 30 milyon û 53 hezarî derbas bû
Ji ber şewbê 945 hezar û 376 kes mirin
Ankara
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku bi şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê ketin ji 30 milyonî 53 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha hejmara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê mirin gihîşt 945 hezar û 376an.
Li seranserê dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê derket 53 hezar û 44an û hejmara kesên ji şewbê filitîn jî gihîşt 21 milyon û 815 hezar û 593an.
Li çar aliyê dinyayê 7 milyon û 292 hezar û 75 kesên şewb bi wan ra heye û tedawiya wan dewam dike hene.
Welatê pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye.
Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 828 hezar û 301î û 201 hezar û 348 kes jî mirin.
Tevlî Amerîkayê welatên hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 250 hezarî zêdetir e ev in:
"Hindistan (5 milyon û 118 hezar 253), Brezîlya (4 milyon û 421 hezar û 686), Rûsya (milyonek û 85 hezar û 281), Perû (744 hezar û 400), Kolombiya (736 hezar 377), Meksîka (680 hezar û 931), Afrîkaya Başûr (653 hezar û 444), Spanya (614 hezar û 360), Arjantîn (589 hezar û 12), Şîlî (439 hezar û 287), Îran (410 hezar û 334), Fransa (404 hezar û 888), Îngiltere (378 hezar 219), Bangladeş (342 hezar û 671), Erebîstana Siûdî (327 hezar û 551), Pakistan (303 hezar û 634), Iraq (303 hezar û 59), Tirkiye (296 hezar û 391), Îtalya (291 hezar û 442), Filîpîn (276 hezar û 289) û Almanya (266 hezar û 865). "
Tevlî Amerîkayê welatên hejmara kesên ji ber şewba Kovîd-19ê mirine û ji 10 hezarî zêdetir in jî ev in:
"Brezîlya (134 hezar û 174), Hindistan (83 hezar û 230), Meksîka (71 hezar û 978), Îngiltere (41 hezar û 684), Îtalya (35 hezar û 645), Perû (31 hezar û 50), Fransa (31 hezar û 45), Spanya (30 hezar û 243), Îran (23 hezar û 632), Kolombiya (23 hezar û 478), Rusya (19 hezar û 61), Afrîkaya Başûr (15 hezar û 705), Arjantîn (12 hezar û 116), Şîlî (12 hezar û 58 û Ekvador (10 hezar û 996).
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.