Önder Beyter
14 Îlon 2020•Rojanekirin: 15 Îlon 2020
Li dinyayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin û dû ra jî baş bûn ji 21 milyonî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê 21 milyon û 31 hezar û 16 kes ji nexweşiyê rehet bûn.
5 welatên ku herî zêde nexweş lê baş bûn, bi dorê va Amerîka (3 milyon û 974 hezar û 949), Hindistan (3 milyon û 780 hezar û 107), Brezilya (3 milyon û 573 hezar û 958), Rusya (876 hezar û 225) û Kolombiya (599 hezar û 385) ne.
Li Tirkiyeyê jî 258 hezar û 833 kesên ku bi vîrusê ketin, baş bûn.