Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê xilas bûn ji 6 milyonî derbas bû

Haydar Şahin  | 02.07.2020 - Rojanekırın : 02.07.2020
Li dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê xilas bûn ji 6 milyonî derbas bû

Ankara

 Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketibûn û paşê rind bûn ji 6 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê 6 milyon û 32 hezar û 985 kesên bi vîrusê ketibûn piştî dermankirinê gihîştin siheta xwe.

10 welatên herî zêde pêketiyên wan rind bûn li gor rêzê wiha ye: "Amerîka (milyonek û 164 hezar û 680), Brezîlya (916 hezar û 147), Rûsya (422 hezar û 931), Hindistan (359 hezar û 896), Şîlî (245 hezar û 443), Îran (191 hezar û 487), Îtalya (190 hezar û 717), Almanya (179 hezar û 800), Peru (178 hezar û 245) û Tirkiye (175 hezar û 422)."

Vîrusa li Çînê derketibû holê di demeke kin da li 200î zêdetir welatî belav bibû û vegeriyabû pandemiyê.

Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovî-19ê gihîşte 10 milyon û 810 hezar û 307 kesan, ji ber vîrusê 519 hezar û 83 kes mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.