Li dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19yê mirin ji 370 hezarî derbas bû
Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû( Kovîd-19) mirin ji 370 hezarî derbas bû.
Ankara
Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû( Kovîd-19) mirin ji 370 hezarî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên rojane yên der barê Kovîd-19ê da diweşîne li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê mirin derket 370 hezar û 413yan, hejmara waqieyan jî derket 6 milyon û 144 hezar û 980 kesî.
Ji ber Kovîd-19ê herî zêde mirov li Amerîkayê mirin, Amerîkayê heta niha 105 hezar û 529 kes mirin.
Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara miriyan herî zêde ye wiha ye:
Îngiltere 38 hezar û 376, Îtalya 33 hezar û 340, Fransa 28 hezar û 771, Brezîlya 28 hezar û 834, Îspanya 27 hezar û 125, Belçîka 9 hezar û 453, Meksîka 9 hezar û 415, Almanya 8 hezar û 600, Îran 7 hezar û 734, Kanada 7 hezar û 73, Hollanda 5 hezar û 951, Hindistan 5 hezar û 185, Çîn 4 hezar û 634 û Rûsya 4 hezar û 555 kes.
Welatên ku hejmara miriyan ji 1000î zêdetir e wiha ne:
Tirkiye (4 hezar û 515), Swêd (4 hezar û 395), Perû (4 hezar û 331), Ekvador (3 hezar û 334), Swîsre (1919), Îrlanda (1651), Endonezya (1573), Portekîz (1396), Romanya (1259), Pakistan (1395) û Polonya (1061).
2 milyon û 726 hezar û 918 kesên bi vîrusê ketibûn baş bûn û 3 milyon û 47 hezar û 649 kes jî tên dermankirin.