Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine ji milyonek û 16 hezarî derbas bû

Li dinyayê ji ber Kovîd-19ê 53 hezar û 245 kes mirin.

Nihat Kavşut  | 03.04.2020 - Rojanekırın : 04.04.2020
Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine ji milyonek û 16 hezarî derbas bû

Ankara

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine ku li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket û li dinyayê belav bû ji milyonek û 16 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine gihîşt milyonek û 16 hezar û 793yan.

Li gor daneyan ji ber vîrusa koronayê ya nû heta niha 53 hezar û 245 kes mirine û 213 hezar û 164 kes jî baş bûne.

Ji ber Kovîd-19ê li Çînê 3 hezar û 322, Hong Kongê 4, Îtalyayê 13 hezar 915, Îspanyaê 10 hezar û 348, Amerîkayê 6 hezar û 95, Fransayê 5 hezar û 387, Îranê 3 hezar û 160, Îngilistanê 2 hezar û 921, Hollandayê hezar û 339, Almanyayê hezar û 107, Belçikayê hezar û 11, Swîsreyê 536, Tirkiyeyê 356, Brezilyayê 327, Swêdê 308, Portekizê 209, Koreya Başûr 174, Kanadayê 173, Endonezyayê 170, Awistiryayê 158, Danîmarkayê 123, Ekvadorê 120, Romanyayê 116, Filipînê 107, Îrlandayê 98, Cezayirê 86, Japonyayê 74, Hindistanê 72, Komara Domînikê 60, Misrê 58, Polonyayê 57, Peruyê 55, Iraqê 54, Yewnanistanê 53, Malezyayê 50, Meksikayê 50 û Norwêcê 50 kes mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın