Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 6 milyonî derbas bû
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19ê ketin ji 6 milyonî derbas bû.
Ankara
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19ê ketin ji 6 milyonî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê yên li welatan diweşîne, li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin bû 6 milyon û 22 hezar û 2yan.
Herî zêde nexweşî li Amerîkayê belav bû, li welêt milyonek û 792 hezar û 537 kes bi Kovîd-19ê ketin.
Piştî Amerîkayê welatên herî zêde nexweşî li hat tîni jî li gor rêzê wiha ye:
Brezîlya (466 hezar û 200), Rûsya (387 hezar û 623), Îspanya (285 hezar û 644), Îngiltere (271 hezar û 222), Îtalya (232 hezar û 248), Fransa (186 hezar û 835), Almanya (183 hezar û 19) û Hindistan (173 hezar û 491).
Hejmara nexweşên li Tirkiyeyê jî derkete 162 hezar û 120 kesî.
Li gor Wolrdometerê, welatên ji 50 hezarî zêdetir nexweşên wan hene wiha hat rêzkirin:
"Peru (148 hezar û 285), Îran (146 hezar û 668), Şîlî (90 hezar û 638), Kanada (89 hezar û 390), Çîn (82 hezar û 995), Erebistana Siûdî (81 hezar û 766), Meksîka (81 hezar û 400), Pakistan (64 hezar û 28), Belçika (58 hezar û 61) û Qeter (52 hezar û 907)."
Kovîd-19a li Wuhana bajarê Çînê derket holê ji 200î zêdetir welatî belav bû.
Li dinyayê hetanî nika 366 hezar û 350 kes ji ber vîrusê mirin.
2 milyon û 655 hezar û 374 kes rind bûn û dermankirina 3 milyon û 278 kesî jî dewam dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.