Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 32 milyon û 104 hezarî derbas bû

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 32 milyon û 104 hezarî derbas bû.

Türkan Tosun  | 24.09.2020 - Rojanekırın : 24.09.2020
Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 32 milyon û 104 hezarî derbas bû

Ankara

 Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 32 milyon û 104 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 982 hezar û 47 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara kesên bi şewba vîrusa koronayê ketin bû 32 milyon û 104 hezar û 248, heta niha 23 milyon û 685 hezar û 877 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Welatê pêketiyên wê herî zêde ye, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 139 hezar û 553an, ji ber şewbê 206 hezar û 593 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku hejmara pêketiyan ji 300 hezarî zêde ye ev in:

"Hindistan (5 milyon û 732 hezar û 518), Brezîlya (4 milyon 627 hezar û 780), Rûsya (milyonek û 122 hezar û 241), Kolombiya (784 hezar û 268), Peru (782 hezar û 695), Meksîka (710 hezar û 49), Îspanya (693 hezar û 556), Afrikaya Başûr (665 hezar û 188), Arjantîn (664 hezar û 799), Fransa (481 hezar û 141), Şîlî (449 hezar û 903), Îran (432 hezar û 798), Îngiltere (409 729), Bangladeş (353 hezar û 844), Erebistana Siûdî (332 hezar û 635), Irak (331 hezar û 359), Pakistan (308 hezar û 217), Tirkiye (308 hezar û 69) û Îtalya (302 hezar û 537)."

Ji bilî Amerîkayê welatên ku hejmara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye jî ev in:

"Brezîlya (139 hezar û 65), Hindistan (91 hezar û 173), Meksîka (74 hezar û 949), Îngiltere (41 hezar û 862), Îtalya (35 hezar û 758), Peru (31 hezar û 870), Fransa (31 hezar û 459), Îspanya (31 hezar û 34), Îran (24 hezar û 840), Kolombiya (24 hezar û 746), Rûsya (19 hezar û 799), Afrikaya Başûr (16 hezar û 206), Arjantîn (14 hezar û 376), Şîlî (12 hezar û 345) û Ekvador (11 hezar û 171)."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın