Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 31 milyonî derbas bû
Ankara
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 31 milyonî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ketin bû 31 milyon û 2 hezar û 707.
Welatê pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 967 hezar û 420î.
Ji bilî Amerîkayê 10 welatên ku hejmara pêketiyan herî zêde ye wiha ne:
Hindistan (5 milyon û 400 hezar û 619), Brezîlya (4 milyon û 528 hezar û 347), Rûsya (milyonek û 103 hezar û 399), Peru (768 hezar û 398), Kolombiya (758 hezar û 398), Meksîka (694 hezar û 121), Afrîkaya Başûr (659 hezar û 656), Îspanya (659 hezar û 334), Arjantîn (622 hezar û 934) û Şilî (444 hezar û 674).
Li Tirkiyeyê jî hejmara pêketiyan gihîşt 301 hezar û 348an.
Şewba vîrusa koronayê ya nû li Wuhana bajarê Çînê derket û ji 200î zêdetir welat û herêmî belav bû.
Li tevahiya dinyayê ji ber şewbê 961 hezar û 612 kes mirin.
22 milyon û 610 hezar û 610 kesên vîrusê ketibûn jî baş bûn, tedawiya 7 milyon û 430 hezar û 430 û186 kesan dewam dike.