Li Dinyayê hejmara kesên ji Kovîd-19ê xilas bûn ji 44 milyonî derbas bû
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketibûn û pak bûn ji 44 milyonî derbas bû.

Ankara
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketibûn û pak bûn ji 44 milyonî derbas bû.
Li gor agahiyên "Worldometers"a daneyên Kovîd-19ê berhev dike li dinyayê 44 milyon û 27 hezar û 478 kes pak bûn.
Li 4 welatên li dinyayê herî zêde lê pêketî hatin dîtin di heman demê da bûn welatên ku herî zêde pêketiyên wan pak bûn.
Li Hindistanê 8 milyon û 889 hezar û 585 kes, li Amerîakyê 8 milyon û 223 hezar û 391 kes, li Brezîlyayê 5 milyon û 601 hezar û 804 kes û li Rûsyayê milyonek û 863 hezar û 467 kes pak bûn.
Hejmar kesên pak bûn li Arjantînê bû milyonek û 257 hezar û 227 kes, li Kolombiyayê bû milyonek û 210 û 489 kes.
Li Tirkiyeyê ji 30yê mijdarê vir da 404 hezar û 727 pêketiyên Kovîd-19ê pak bûn.
Li dinyayê hê 18 milyon û 136 hezar û 276 kes tên dermankirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.