Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin bû 31 milyon û 243 hezar û 22
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku ji Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li çar aliyê dinyayê belav bû ketin bû 31 milyon û 243 hezar û 22.

Ankara
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku ji Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li çar aliyê dinyayê belav bû ketin bû 31 milyon û 243 hezar û 22.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 965 hezar û 97 kes ji ber şewba vîrusa koronayê mirin.
Hejmara pêketiyan derket 31 milyon û 243 hezar û 22 kesan, 22 milyon û 835 hezar û 563 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.
Niha li çar aliyê dinyayê tedawiya 7 milyon û 442 hezar û 362 kesan jî dewam dike.
Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 4 hezar û 768 kesî, ji ber vîrusê jî 204 hezar û 118 kes jî mirin.
Ji xêncî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 300 hezarî zêdetir in ev in:
Hindistan (5 milyon û 487 hezar 580), Brezîlya (4 milyon û 544 hezar 629), Rûsya (milyonek û 103 hezar û 399), Perû (768 hezar û 895), Kolombiya (765 hezar û 76), Meksîka (697 hezar û 663), Afrîkaya Başûr (661 hezar û 211), Îspanya (659 hezar û 334), Arjantin (631 bin 365), Fransa (452 hezar û 763), Şili (446 hezar û 274), Îran (422 hezar û 140), Îngiltere (394 hezar û 257), Bangladeş (348 hezar û 918), Erebistana Siûdî (329 hezar û 754), Irak (319 hezar û 35), Pakistan (306 hezar û 304) û Tirkiye (302 hezar û 867)."
Ji xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ên ji ber Kovîd-19ê ji 10 hezarî zêdetir in ev in:
"Brezîlya (136 hezar û 895), Hindistan (87 hezar û 909), Meksika (73 hezar û 493), Îngiltere (41 hezar û 777), İtalya (35 hezar û 707), Perû (31 hezar û 369), Fransa (31 hezar û 285), Îspanya (30 hezar û 495), Îran (24 hezar û 301), Kolombiya (24 hezar û 208), Rûsya (19 hezar û 418), Afrîkaya Başûr (15 hezar û 953), Arjantîn (13 hezar û 53), Şilî (12 hezar û 286) û Ekvador (11 hezar û 90).
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.