Li dijî rojnameya Îranê ya ku heqaretî sehabeyan kir bertek
Daxwaz hat kirin ku li dijî rojnameyên ku di weşanên xwe da heqaretî sehabeyan dikin, miemele were kirin.

Istanbul
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku li parlementoya Îranê parlementerekî bertek nîşanî rojnameya "Wetanê Îmrûz" ku wekî "muhefezekarê tundrew" tê naskirin û di weşana xwe da heqaretî sehabeyan kir, da.
Li gorî nûçeya malpera "Sunnionline.us", Parlementerê Îranî yê Kurd-Sunnî Mihemmed Qasim Osmanî roja duşemê di rûniştina parlementoyê da bangî Wezîrê Çand û Îrşada Îslamî kir û xwest ku der heqê rojnameya Wetanê Îmrûz ya ku di weşana xwe da heqaretî sehabeyan kir da miemeleyê bikin.
Osmanî herwiha diyar kir ku di nûçeyeke rojnameya "Neved"ê ya ku çend roj berê hat weşandin da heqaret li jina Hz. Pêxember û mensûbên mezheba Ehlê Sunetê kirin. Osmanî ji ber hindê xwest ku der heqê vê mijarê da jî lêpirsîn bê vekirin.
Rojnameya Wetanê Îmrûz roja yekşemê di maqaleyeke xwe da der barê Ebû Mûsa el-Eş'arî ku yek ji sehabeyên Hezretî Mihemmed e da cî dabû îfadeyên ku di xwe da heqaretê dihewîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.