Dinya

Li dijî Bendera Şuweyxê ya Kuweytê bi droneyan êrîş hat lidarxistin

Hamdi Yıldız  | 27.03.2026 - Rojanekırın : 27.03.2026
Li dijî Bendera Şuweyxê ya Kuweytê bi droneyan êrîş hat lidarxistin

Istanbul

Li dijî Bendera Şuweyxê ya Kuweytê vê sibehê bi droneyan êrîş hat lidarxistin.

Di daxuyaniya Wezareta Enformasyonê ya Kuweytê ya ji Îdareya Benderan ra ragihand da hat destnîşankirin ku di êrîşa bi droneyan a li Bendera Şuweyxê da kes nemiriye lê zirara maddî li benderê çêbûye.

Di daxuyaniya artêşa Kuweytê ya vê sibehê da hatibû diyarkirin ku pergalên wan ên parastina asîmanî êrîşên "dijmin" ên moşek û droneyan berteref kirine û dengên teqînan ên ku li asîmanên welêt hatine bihîstin ji ber pêşîgirtina van êrîşan ji aliyê pergalên parastina asîmanî va çêbûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.