Dinya

Li dijî êrîşa xwînî ya Îsraîlê ji welatên herêmê û dinyayê bertekên tund

- Tevahiya dinyayê bertekên tund nîşanî êrîşa Îsraîlê ya dijî nexweşxaneya li Xezeyê ya zêdeyî 500 sivîlî hatin kuştin dan - NYyê û gelek welatan daxuyanî dan û Îsraîl şermezar kirin

Önder Beyter, Elif Irmak  | 17.10.2023 - Rojanekırın : 19.10.2023
Li dijî êrîşa xwînî ya Îsraîlê ji welatên herêmê û dinyayê bertekên tund

Ankara

ANKARA (AA) - Ji welatên herêmê û dinyayê li dijî êrîşa Îsraîlê ya dijî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîst a li Xezeyê bertekên tund hatin dayîn.

- Ji Serokomar Erdogan der heqê êrîşa Îsraîlê da parvekirin

Serokomar Recep Tayyip Erdogan, bangî hemû mirovahiyê kir ku bikeve liv û tevgerê ku wehşeta ku li Xezeyê qewimî û di dîrokê da mînaka wê tuneye, rawestîne.

Serokomar Erdogan di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Lêxistina nexweşxaneyeke ku tê da jin, zarok û sivîlên mesûm hene mînaka herî dawîn a êrîşên Îsraîlê ye ku ji nirxên mirovî yên bingehîn bêpar e. Ez ji bo rawestandina vê wehşeta ku li Xezeyê qewimî û di dîrokê da mînaka wê tune bangî hemû mirovahiyê dikim ku tiştekî bikin."

Serokê Meclisê Kurtulmuş jî êrîşa Îsraîlê şermezar kir û wiha got, "Em êrîşên Îsraîlê yên dijî sivîlan ên bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî yên kirin bi tu awayî qebûl nakin û bi awayê herî tund şermezar dikin."

- Ji Wezareta Karên Derva bertek

Wezareta Karên Derva jî bi daxuyaniyekê êrîşa Îsraîlê şermezar kir û wiha got:

"Em ji ber êrîşa dijî nexweşxaneyeke li Xezeyê qewîn bi hêrs bûn û van êrîşên barbarane bi awayê herî tund şermezar dikin. Zihniyeteke ku sivîlan rasterast dike hedef û li nexweşxane û dibistanan dixe, li ber hiqûqa navneteweyî û di wijdanan da divê hesab bide."

- Ji Meclisê li dijî êrîşa Îsraîlê danezan:

Meclisa Mezin a Tirkiyeyê jî der heqê êrîşa Îsraîlê da danezaneke hevpar weşand û tê da wiha got, "Em wek hemû parlamenter û komên partiyan ji bo ev wehşet bê rawestandin bangî parlamentoyên dinyayê dikin ku tevgerek nîşan bidin û însiyatifê hildin"

- NY, UNICEF, UNFPA û RTCyê êrîşa dijî nexweşxaneya li Xezeyê şermezar kir

Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanî (RTC) êrîşa Îsraîlê bi tundî şermezar kir.

Dîrektorê Giştî yê RTCyê Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser platforma medyaya civakî Xê, der heqê êrîşa dijî Nexweşxaneya el-Ehlê Baptîst da daxuyanî da.

Ghebreyesus wiha got, "Nûçeyên ewil, kuştin û birîndarbûna bi sedan însanî destnîşan dikin. Em bang dikin, sivîl û xizmetên tenduristiyê demildest bên parastin."

Bi heman awayî NY û UNICEFê jî êrîş bi tundî şermezar kir û bang kirin ku êrîşên dijî sivîl û tesîsên tenduristiyê bên bidawîkirin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê NYyê Martin Griffiths wiha got, "Bi sedan mirov hatin kuştin. Xeze rewşeke dijwar da ye. Pergalên tenduristî, av û hijyenê têk diçin. Rûmeta mirovan ji dest wan tê hildan."

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî der barê êrîşa Îsraîlê ya ser Nexweşxaneya el-Ehlî Baptîstê da peyamek parve kir.

Di peyamê da hat gotin ku "UNFPA êrîşa ser Nexweşxaneya el-Ehlî Baptîst a li Xezeyê ya ku bû sedema mirina bi sedan kesî bi tundî şermezar dike."

Di peyamê da hat destnîşankirin ku divê dawî li êrîşên dijî sivîlan û binesaziyên sivîlan bînin û hat gotin ku "Tesîsên tenduristiyê divê tu carî nebin hedef."

- Daxuyaniya Konseya YEyê

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel di daxuyaniya xwe da got, "Gelek mirî hene. Ji bo mirovên li wê derê dijîn rewşa dramatîk a li sehayê nîşan dide."

- Bertekên ji Misir, Îran, Qeter, Urdin, Lîbya û Pakistanê

Misrê êrîşa dijî Nexweşxaneya el-Ehlî Baptîst a li Xezeyê bi tundî şermezar kir û bangî Îsraîlê kir ku demildest dawî li "polîtîkayên xwe yên cezakirina komî" bîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Nasir Kenanî der heqê êrîşa Îsraîlê ya dijî nexweşxaneya li Xezeyê da daxuyaniyeke nivîskî belav kir û êrîşa Îsraîlê wekî "sûcekî şer ê wehşî" û "komkujî" wesifand.

Qeterê jî êrîşa Îsraîlê şermezar kir û êrîş wekî "qetlîameke wehşî û binpêkirina hiqûqa navneteweyî" wesifand.

Urdinê daxuyand ku ew êrîşa Nexweşxaneya el-Ehlê Baptîst a li Xezeyê bi tundî şermezar dikin û ew dixwazin, ji bo gelê Filistînê parastina navneteweyî were pêkanîn û şer demildest bi dawî bibe.

Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya li Lîbyayê: "Hedefgirtina Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst 'sûcêkî xedar e' û em vî sûcê ku hemû sînoran binpê dike şermezar dikin."

Pakistanê bi tundî Îsraîl şermezar kir û da zanîn ku êrîşa ser nexweşxaneyeke ku tê da sivîl hene "dervayî mirovahiyê ye pêkan nîne bê parastin."

Erebistana Siûdî: Ji hêla Îsraîlê va bombebarankirina Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst "bi awayekî eşkere îxlalkirina hiqûqa navneteweyî ye."

Cezayirê diyar kir ku êrîşa Îsraîlê ya ser Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst ya li Xezeyê "bimhemdî" ye û êrîş şermezar kir.

Serokê Dêra Anglîkan Serpîskopos Welby: "(Êrîşa Îsraîlê ya ser nexweşxaneya li Xezeyê) Ev mirina fecî û mirov mat dihêle ya canên mesûm e. Dêra Anglîkan nexweşxane bi rê va dibir."

- Rûsya bangî Konseya Ewlehiyê ya NYyê kir û bi lez bicive

Rûsyayê û Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî ji bo ku der barê êrîşa li ser Nexweşxaneya el-Ehlî Baptîst hevdîtinê bikin bangî Konseya Ewlehiyê ya NYyê kir û bi lez bicive.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın