İbrahim Atmaca
02 Sibat 2020•Rojanekirin: 03 Sibat 2020
Nêzî 18 milyon xwendekarên pêşdibistan, dibistana seretayî û navîn û lîseyê û ji milyonekî zêdetir mamoste piştî tetîla nîvê salê wê sibê dest bi dersê bikin.
Betlaneya navberê ya duyemîn jî wê di navbera 6-10ê nîsana 2020î da be. 13ê nîsanê da nîvê duyemîn a serdema duyemîn dest pê dike û 19ê hezîranê da kuta dibe û betlaneya havînê ya 11 hefteyan dest pê dike.
Zarokên Serokê Meclisê yê berê Bînalî Yildirim li Tuzlayê Dibistana Seretayî ya Bînalî Yildirim a Tuzlayê çêkir û dewrî Wezareta Perwerdeya Neteweyî kir. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk wê sibê beşdarî merasima vekirina vê dibistanê bibe.
Wezareta Parastina Neteweyî wê di 7ê hezîrana 2020î da ezmûna navendî ya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) bike.
Piştî ku nîvê duyemîn kuta bibe, Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) wê di 20 û 21ê Hezîrana 2020î da were kirin. Serlêdanên vê ezmûnê wê di navbera 6ê sibatê û 3yê adarê da werin hildan û encama ezmûnê jî wê di 23yê tîrmehê da were eşkerekirin.