Dinya

Li Çînê lehiyê tesîr li qedera 20 milyon însanî kir

Li başûrê welêt hejmara kesên ku ketin ber tesîra lehiyan, gihîşt 19 milyon û 910 hezarî

Önder Beyter  | 12.07.2019 - Rojanekırın : 13.07.2019
Li Çînê lehiyê tesîr li qedera 20 milyon însanî kir

Beijing

Wezareta Rêveberiya Rewşa Bilez a Çînê ragihand ku îsal havînê ji ber barana gumrah li gelek ciyan lehî rabû û di encamê da 19 milyon û 910 hezar însan ketin ber tesîra lehiyan.

Di daxuyaniya wezaretê da der heqê lehî û badora wê ku ji serê meha derbasbûyî ku wekî sezona lehiyê tê pênasekirin û vir va li eyaletên welêt Ciciang, Fucien, Ciangşi, Hunan, Guangdong, Guicouyê û herwiha Herêma Xweser ya Guangşi Cuangê rabûn, agahî hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li eyaletên navborî lehiyê tesîr li ser 19 milyon û 910 hezar însanî kir, 1,3 milyon însan bo deverên ewle hatin veguhestin û pêwîstiya 582 hezar kesî jî bi alîkariya bilez heye.

Herwiha di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ber lehiyê qedera 53,5 milyar yuen (nêzîkî 7,7 milyar dolar) ziyana madî çêbûye, 34 hezar mal hilweşiyan û 1,76 milyon hektar zeviyên çandiniyê jî zirar dîtin.

Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku bi dezgehên têkildar ji bo herêmên ku lehî lê rabû, dê bêtir ekîbên xilaskirinê û alîkarî bên şandin. Herwiha hişyariya wê yekê jî hat dayîn ku seranserê hefteya bê li herêmên navborî tavî û baran dê dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.