ŞANGHAY
Li Herêma Xweser a Nîngşîa Huîyê ya rojavayê Çînê di mizgeftekî de xiringêle çêbû û 14 kes mirin.
Li gor nûçeya Şînhuayê, di Mizgefta Beydayê ya bajaroka Şîciyê ya bajarê Guyuenê de ji bo meresimeke bibîranînê misilman civiyan. Di mizgeftê dema ku kadeyên kevneşopî hatin belakirin xiringêle çêbû. Di xiringêleyê de 14 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku di xiringêleyê de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneya bajarokê.