ÎSTANBÛL
Ahmet el- Carba di 11emîn Kongreya Giştî ya Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalif ya Sûriyeyê (KNMHŞ) ya li Îstanbûlê de 65 deng girt û ji nû ve bû serok.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên KNMHŞyê hatin bidestxistin di 11emîn Kongreya KNMHŞyê de ji ber ku maweya serokatiya Ehmed el- Carba tijî bû, hilbijartin hat kirin.
Carba û Serokwezîrê Berê yê Sûriyeyê Riyad Hîcab di hilbijartinê de bûn namzed, Hîcab 52 deng girt û Carba jî bi 65 dengan bû serok.
Ji ber ku ji bo arîkariya seroktiyê û sekreteriya giştî bi têra xwe deng nehat girtin, hilbijartin bi şertê ku bê dubarekirin hat paş xistin.
Civînên Lijneya Giştî dê 2 rojan berdewam bike.