Ferizat Kaya
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2017
PEKÎN
Li Tiencina bajarê Çînê di avahiyeke bilind de şewat derket û di şewatê da 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.
Li gorî xebera ajansa Şînhuayê li herêma Hişiya bajarê Tiencinê, di qatê 38an yê avahiyeke bilind de ji ber sedemeke ne diyar şewat derket.
Ekîbên agirkujiyê li ser îxbarê gihaştin cihê bûyerê û piştî xebateke dûr û dirêj agir vemirandin. Hat ragihandin ku ji ber şewatê 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn. Li ser sedema şewatê lêkolîn tê kirin.