Hin welatiyên sûrî yên ku xwe spartine Tirkiyeyê ji bo ku eyda xwe ya remezanê li welatên xwe pîroz bikin û eqrebayên xwe yên li wir bibînin, ji deriyê sînor ê Cîlvegozuyê diçin Sûriyeyê.
Malbatên sûri yên ku li Tirkiyeyê herêmên cuda dijîn tên li ber deriyê sînor û rayader wan bi awayekî kontrol ji sînor derbas dikin.
Hat ragihandin ku di roja erefeyê 600 kes ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn.