AGRI
Li Bazîdê endamên rêxistina terorê PKKyê guleyên tacîzê berdan ser hêzên ewlehiyê.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li veqetîna gundê Topçatana girêdayî navçeya Bazîdê endamên rêxistina terorê PKKyê bi çekên lûledirêj guleyên tacîzê berdan hêzên ewlehiyê yên ku dewriye digeriyan.
Hêzên ewlehiyê demildest bersiva guleyan kirin û ji bo ku terorîstên ku reviyan bên girtin xebat dan destpêkirin.
Hat diyarkirin ku di dema bûyerê de guleyan îsabetê deriyên ajokar ên sê tiran û lastîkên wan jî.
Ji aliyê din ve piştî êrîşê hêzên ewlehiyê li gundê Demirkapî û Topçatanê bergiriyên giran ên ewlehiyê girtin.