Şeyma Uzundere
31 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2022
Ji ber şewatên li Coloradoya eyaleta Amerîkayê dewam dikin tengaya 600 xanî şewitîn.
Şewata li Boulder Countrya bajarê eyaletê duh ber destê sibê dest pê kir.
Bi tesîra bayê di saetê da 169 kîlomêtroyî radibe da şewat di demeke kin da gihîşt nav wargehan, tengaya 600 xanî şewitîn, otêlek û navendeke danûstandinê bû xwelî.
Rayedaran destnîşan kir ku wezîfedarekî agirkujiyê û 6 kes birîndar bûn.
Ji bajarên Louisville û Superiorê hema bêje 34 hezar kes hatin texliyekirin.
Rayedar dibêjin ku şewata li gelek herêman belav dibe ji ber histûnên ceyranê yên ji ber bayê şikestine derketiye.
Zanyar dibêjin ku hewaya hişkayî û zêdebûna bayê ji ber guherîna avûhewayê wiha dibe û têkoşîna dijî şewatê dixe xetereyê.
Wekî mayîn li eyaletê baran zivistanê jî ji ya demsalê kêmtir bûye.