Alîkarê Berpirsiyarê Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Dîndar Zebarî diyar kir ku li çiyayê Şengalê 5 hezar êzdî hene û ji bo ku vegerin malên xwe li wir disekinin.
Zebarî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Niha li çiyayê Şengalê 5 hezar êzdî hene. Van merivan gotin ku em ê li çiyê bisekinin. Gava ku DÎŞI ji Şengalê hat derxistin dê vegerin malên xwe."
Zebarî destnîşan kir ku di destê DÎŞIyê de hezar û 500 jinên êzdî hene û wiha axivî: "DÎŞI jinên ku hêsîr hildaye di cîhekê taybet de digrê. Ji bo xilaskirina van jinan em bi rêxistinê re neketin tu têkiliyekî. Lewre em bi rêxistina DÎŞIyê re nakevin têkiliyan."
Zebarî destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî di dîroka xwe de alîkariya herî mezin li herêma Kurdistanê dike û ew alîkarî gihîştin Hewlêrê.
Zebarî diyar kir ku Tirkiyeyê jî ji 100 tirî zêdetir amûrên alîkariyê şand herêmê, kolîyên xurekê û amûrên din ên ku Amerîka, Îngiltere, Fransa, Almanya û Awistiralyayê şandibûn jî gihîştin destê wan û wiha pê de çû: "Lê belê ev alîkarî bi tenê têra ji sedî 30yê herêmê dike. Dibê ji van zêdetir piştevanî bê dayîn."
Zebarî bal kişand hewcedariya penaberan bi tenê xurek nîne û wiha axivî:
"Lewre mijar siyasî ye. Dibê ev kesan vegerin war û malên xwe. Barê penaberan zehf giran e, jiyana li herêma Kurdistanê tevlihev bûye. Penaber li Dihokê di xwendegehan de dimînin ji ber vê yekê em nikarin dest bi perwerdeyê bikin. Li Hewlêr û Silêmaniyê jî rewş wiha ye. Tê plankirin ku li herêmê 11 qamp bên vekirin û ev barekî giran e. Ev bara bi tevahî li ser milê hikûmeta Kurdistanê ye. Dibê em vî pereyî berhev bikin. Mixabin hikûmeta Bexdayê di vê mijarê de alîkariyê nade me."