Dinya

Li Çiyayê Agirîn ê Asoyê yê başûrê rojhilatê Japonyayê teqîn çêbû

Ahmet Furkan Mercan  | 20.10.2021 - Rojanekırın : 21.10.2021
Li Çiyayê Agirîn ê Asoyê yê başûrê rojhilatê Japonyayê teqîn çêbû

Tokyo

Li Çiyayê Agirîn ê Asoyê yê ser Kumamotoya eyaleta başûrê rojhilatê Japonyayê dikeve, teqîn çêbû.

Li gor Ajansa Meteorolojiya Japonyayê (JMA) kratera "Nakadake" ya bi nimreya 1ê gorî saeta herêmî di 11.43an da teqiya.

Ji ber teqînê alavên agirîn heta 3 kîlometre û nîvekî ber bi asîman va çûn û li der û dorê çiyê belav bûn.

JMAyê di daxuyaniyê da ji welatiyan xwest ku bila nêzî çiyê nebin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.