Dinya, Koronavîrus

Li çar aliyê dinyayê heta niha ji 11 milyonî zêdetir kes bi şewba Kovîd-19ê ketin

Abdullah Tel   | 03.07.2020
Li çar aliyê dinyayê heta niha ji 11 milyonî zêdetir kes bi şewba Kovîd-19ê ketin

Ankara

Li seranserê dinyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 11 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha 11 milyon û hezar û 23 kes bi şewba Kovîd-19ê ketin.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 2 milyon û 837 hezar û 189an.

Piştî Amerîkayê welatên pêketiyên Kovîd-19ê lê herî zêde Brezîlya (milyonek û 501 hezar û 353), Rûsya (667 hezar û 883), Hindistan (627 hezar û 168), Îspanya (297 hezar û 183), Perû (292 hezar û 4), Şîlî (284 hezar û 541), Îngiltere (283 hezar û 757), Îtalya (240 hezar û 961), Meksîka (238 hezar û 511), Îran (232 hezar û 863) û Pakistan (221 hezar û 896) ne.

Li Tirkiyeyê jî hejmara kesên Kovîd-19 bi wan geriyaye gihîşt 202 hezar û 284 kesan.

Welatên hejmara waqieyan ji 50î hezarî zêdetire jî ev in:

"Erebistana Siûdî (197 hezar û 608), Almanya (196 hezar û 717), Afrîkaya Başûr (168 hezar û 61), Fransa (166 hezar û 378), Bangladeş (153 hezar û 277), Kolombiya (106 hezar û 110), Kanada (104 hezar û 772), Qatar (97 hezar û 897), Çîn (83 hezar û 542), Misir (71 hezar û 299), Swêd (70 hezar û 639), Arjantîn (69 hezar û 941), Belarus (62 hezar û 698) Belçîka (61 hezar û 727), Ekvador (59 hezar û 468), Endonezya (59 hezar û 394), Iraq (53 hezar û 708) û Hollanda (50 hezar û 335)."

Şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê ji 200î zêdetir welatî belav bû. Heta niha li seranserê dinyayê ji ber şewba Kovîd-19ê 524 hezar û 406 kes mirin.

Ji pêketiyên şewbê heta niha 6 milyon û 162 hezar û 463 kes filitîn û tedawiya 4 milyon û 314 hezar û 154 nexweşan jî dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın