Dinya

Li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê balafira şer a F-35 a hêzên behrê ket

Aynur Şeyma Asan  | 31.07.2025 - Rojanekırın : 01.08.2025
Li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê balafira şer a F-35 a hêzên behrê ket

Ankara

 Hat ragihandin li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê balafira şer a F-35 a hêzên behrê ket, pîlot sax xelas bû.

Li gor nûçeya CNNê, hêzên behrê daxuyand balafira F-35 bi saeta herêmî dora saet 18.30an da li nêzîkî Baregeha Hewayê ya Hêzên Behrê ya Lemooreyê ya li Calîfornîayê ket.

Hat daxuyandin pîlot bi saya pergala hilavêtinê bi awayekî ewle ji balafirê derketiye û der barê qezayê da jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di dîmenan da li cihê ku balafir ketiye şewat û dû xuya kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın