Li Çînê ji ber şewba Kovîd-19an heta niha 1381 kes mirin
Di 24 saetên dawîn da 121 kes mirin. Hejmara kesên hat tesbîtkirin Kovîd-19 bi wan ra heye ji 63 hezarî derbas bû

Beijing
Li Çînê hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, derket 1381î hejmara kesên vîrus bi wan geriya jî derket 63 hezar û 851î.
Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî (NHC) ya Çînê, ji ber şewba Kovîd19an jê yek li Hong Kongê tevahî hejmara miriyan derket 1381î.
Li welêt hejmara kesên ku hat tespîtkirin bi wan ra Kovîd-19 heye jî gihîşt 63 hezar û 851 kesî.
Hejmara kesên ji ber ku bi kesên vîrus gihîştiye wan ra temasa wan çêbûye û ji ber vê li wan dikevin şikê û tên kontrolkirin jî derket 177 hezar û 974an. Heya niha kesên bi wan ra şewba Kovîd-19 hebû û piştî tedawîkirinê jî ew şandin malên wan gihîşt 6 hezar û 723an.
Hat gotin ku di 24 saetên dawîn da ji ber şewbê 121 kes mirin û 5 hezar û 90 weqayên nû hatin tesbîtkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.