Li Çînê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 2 hezarî derbas bû
Di nav 24 saetan da 136 kes ji ber vîrusê mirin

Beijing
Li Çînê hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 2 hezar û 5an.
Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) teqez gihîştiye wan derket 74 hezar û 185 kesan ku ji van rewşa 11 hezar û 977 kesan giran e.
Li welêt jê yek li Herêma Îdareya Taybet a Hong Kongê tevahî hejmara miriyan gihîşt 2 hezar û 5an.
Hat gotin hejmara kesên lê dikevin şikê ku vîrus gihîşte wan jî derket 5 hezar û 248an.
Hejmara kesên dibe ku virus gihîştiye wan û ji ber vê li nexweşxaneyan tên kontrolkirin kêm bû û bû 135 hezar û 881, yên hatin taburcîkirin jî gihîşte 14 hezar û 376an.
Ji xeynî Çînê, hejmara weqayan li Herêma Rêveberiya Taybet a Hong Kongê derket 62yan, li Herêma Rêveberiya Taybet a Makauyê jî bû 10.
- Di nav 24 saetan da 136 kes ji ber vîrusê mirin
Li welêt ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû di nav 24 saetan da 136 kes mirin ku jê 132 kes li eyaleta Hubeyê ne.
- Herî zêde kal û pîr dimirin
Di rapora Navenda Kontrol û Rêlibergirtina Nexweşiyê ya Çînê da hatibû gotin herî zêde kal, pîr û mêr dimirin.
Li gor raporê heta 11ê sibatê 1023 kes mirin ku jê sedî 30,2 kesên temenê wan di navbera 60-69an da ne, ji sedî 30,5 kesên temenê wan di navbera 70-79an da ne, ji sedî 20,3 jî 80 salî mezintir in.
Vîrusa koronayê ya nû (2019-nCoV) di 12ê Çileya Pêşîn a 2019an da li eyaleta Hubeyê derketibû holê.
Tirkiye jî di nav da gelek weletan welatiyên xwe yên li Çînê asê mabûn, tehliye kiribûn.
Ji ber ku vîrus li dinyayê gelek welatan belav bûbû, Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê rewşa acil îlan kiribû.
Doxtor Lîu Cimîng ê li bajarê Vuhanê ev nexweşî tedawî dikir û li welêt di vê qadê da navdar bû jî duh mir.