Dinya

Li Brukselê polêsan bi awayekî tund midaxaleyî alîgirên YPG/HSDya rêxistina terorê kir

Selen Valente Rasquinho  | 22.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Li Brukselê polêsan bi awayekî tund midaxaleyî alîgirên YPG/HSDya rêxistina terorê kir

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Li Bruksela paytextê Belçîkayê komeke alîgirên YPG/HSDya rêxistina terorê alozî derxist, ji ber vê polêsan bi awayekî tund midaxaleyî komê kir.

Komeke alîgirên rêxistina terorê duh serê sibê li ber avahiyê Parlamentoya Ewropayê (PE) civiya.

Alîgirên YPG/HSDê pîneyên ku sembola rêxistina terorê ne hildan destên xwe û ji bo rêxistinê diruşme berz kirin.

Komê piştî demekê xirecir derxist û alozî çêbû, polêsan jî midaxale kir.

Polêsan bi xaza rondikrêj û ava bifişar va midaxaleyî alîgirên rêxistina terorê kir.

Piştî xwepêşandana li vir, kom ber bi Meydana Schumanê ya ku avahiyê Konseya YEyê lê ye û wê sibê mazûvaniya civîna Yekîtiya Ewropayê (YE) bike va meşiya, polêsan jî kom şopand.

Kom li ber avahiyê Têkiliyên Derva ya YEyê sekinî, dirûşme berz kir û paşê belav bû.

Di dema çalakiyê da firoke, wesayîtên midaxeleya bûyerên civakî (TOMA) û gelek wesayîtên polêsên amade bûn ku van tevdîran bal kişand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın