Nihat Kavşut
23 Gulan 2020•Rojanekirin: 24 Gulan 2020
Li Brezilyaya ji welatên Amerîkaya Başûr ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hezar û yek kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 21 hezar û 48an.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 21 hezar û 48an û hejmara nexweşan jî 19 hezar û 969 kes zêde bû û derket 330 hezar û 890î.
Li gor malpera Worldometerê ku daneyên derbarê Kovîd-19ê da berhev dike li Amerîkaya Latîn herî zêde nexweş li Brezilyayê hene û li dinyayê jî piştî Amerîkayê Brezilya dewleta 2yemîn e.