BITLÎS
Bi alîkariya gelek karsaz û şirketên ji Bitlîs, Gazîantep û Adanayê projeyek hat amadekirin û li gor projeyê goştê qurbanên ku bên serjêkirin dê belavî malbatên xîzan bên kirin.
Waliyê Bitlîsê Veysel Yûrdakûl di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku cara yekem e ji aliyê Walitiyekê projeyeke wiha tê kirin û ev proje dê bibe minak jî.
Yûrdakûl der barê projeyê de wiha got: "Ev salek e ez li Bitlîsê wezîfe dikim. Di vê demê de me gelek proje amade kirin. Şaredarî, zaningeh, odeya bazirganiyê, odeya esnafan û saziyên civakî yên sivîl gelek piştgirî dan van projeyan. Ez spasiyên xwe ji wan re dişînim. Niha em van projeyên xwe temam dikin û ji bo temamkirinê jî em li benda piştgirî û diayên welatiyên xwe ne."