TIKRÎT
Li Tikrîta bajaroka Selahedînê di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî de 4 polês mirin û 8 polês jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, li Tikrîtê bi wesayîteke tijî bombe ve êrîşî beşa berhewakirina bombeyan ya Wezareta Karên Hundir kirin. Li gorî agahiyên ewil 4 polês mirin û 8 polês jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku wesayît li ber dergehê avahiyê teqiya.
Heya vê gavê tu kesî teqîn hilneda stûyê xwe.