Dinya

Li Berlînê polêsan bi awayekî tund midaxaleya xwepêşandana piştgiriyê ya ji bo Filistînê kir

Erbil Başay  | 08.10.2025 - Rojanekırın : 09.10.2025
Li Berlînê polêsan bi awayekî tund midaxaleya xwepêşandana piştgiriyê ya ji bo Filistînê kir

Berlin

Li Berlîna paytextê Almanyayê polêsan bi awayekî tund midaxaleyî xwepêşandana piştgiriyê ya ji bo Filistînê kir.

Ji bo ku nijadkujiya Îsraîlê ya li Xezeyê bê protestokirin li Meydana Alexanderê ya Berlînê xwepêşandanek hat plankirin, lê polêsan destûr neda xwepêşandêran û xwepêşandan qedexe kir.

Her çiqas qedexe hebe jî gelek kes hatin Meydana Alexander, lê polêsan xwepêşandêran paşve vegerandin.

Li ser vê, bi sedan xwepêşander li Meydana Neptunbrunnenê civiyan û çalakî li dar xistin.

Xwepêşandêran pankartên ku li ser "Di destên we da xwîn heye" nivîsandî nîşan dan û dijî Îsraîlê diruşme berz kirin.

Polêsan bang li wan kir û got ev çalakî bêdestûr e û divê ew belav bibin, lê xwepêşander belav nebûn.

Polêsan li dora bi sedan xwepêşanderan girt û bang li wan kir ku ji bo nasnameya wan bê tesbîtkirin ew tên binçavkirin.

Dema binçavkirinê polêsan midaxaleyeke tund nîşanî xwepêşanderan da.

Li ser hesabê medyaya civakî Xê ya Polêsên Berlînê ya ku navenda wê li Amerîkayê ye hat daxuyandin ku xwepêşanderên li dora Meydana Neptunbrunnenê belav nebûn, Qanûna Civînê binpê kirin.

Bi sedan polês ji bo xwepêşandanê hatin wezîfedarkirin û TOMAyek jî amade sekinî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın