Dinya

Li Belçîkayê welatiyên Tirk bertek nîşanî provokasyona alîgirên rêxistina terorê PKKyê dan

Selen Valente Rasquinho  | 25.03.2024 - Rojanekırın : 26.03.2024
Li Belçîkayê welatiyên Tirk bertek nîşanî provokasyona alîgirên rêxistina terorê PKKyê dan

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Li navçeya Heusden-Zolder a li herêma Limburgê ya Belçîkayê, welatiyên bi eslê xwe Tirk bertek nîşanî provokasyona alîgirên rêxistina terorê PKKyê dan.

Li Heusden-Zoldera ku qedera saetekê dûrî paytext Brukselê ye, alîgirên PKKyê yên qaşo ji pîrozbahiyên newrozê vedigeriyan, tevî pîneyên sembolên rêxistina terorê PKKyê û posterên serokê rêxistina terorê Abdullah Ocalan, bi wesayîtên xwe tûr gerandin.

Alîgirên PKKyê yên durişm jî berz kirin, ji wê kolanê derbas bûn ku welatiyên bi eslê xwe Tirk in lê zêde ne.

Tirkan bertek nîşanî komê da. Li ser vê yekê alozî derket.

Gelek ekîbên polêsan bo cihê bûyerê hatin sewqkirin ku li wir hin wesayît hatin agirdadayîkirin.

Li navçeya Houthalen-Helchterenê ya ku bûyer pekiyan wir jî, polêsan bi ava bi guvaş midaxele kir.

- Sukûnet çêbû

Alîkarê Şaredarê Heusden-Zolderê Yasîn Gul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kesên ku seba provokasyonê tevî konvoyê bûn, li welatiyekî ku bi eslê xwe Tirk e, dan.

Gul wiha dewam kir, "60 sal e em wekî Tirk li vê derê, li Rojavayê Ewropayê dijîn. Em berî niha di şaredariya xwe da rastî bûyereke wiha nehatin. Hema bêje ji çar paran pareke şaredariya me ji welatiyên me yên ku bi eslê xwe Tirk in, pêk tê."

Gul ji welatiyan ra got ku sukûneta xwe biparêzin.

Şaredarê Houthalen-Helchteren Alain Yzermans jî daxuyanî da çapemeniya herêmî û diyar kir, piştî ku konvoya alîgirên PKKyê hat û êrîşî xortekî Tirk kir şûnda bûyeran dest pê kir, ji ber ku bûyer li ser medyaya civakî bela bû jî bûyer mezin bû.

Yzermans destnîşan kir ku vê gavê rewş di binê kontrolê da ye, polês heta sibê wekî dewriye geriye û li ser tetikê bûn.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.