Önder Beyter
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tebax 2018
BRUKSEL
Li Belçîkayê li herêma Verviers a bajarê Liegeyê kesekî li yarîgehê bombeya li ser xwe teqand.
Wekîlê Şaredarê Verviersê Hasan Aydin di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku hê jî nasnameya vî kesî nehatiye tesbîtkirin, lêbelê guman heye ku eskerekî berê ye ku li taxê rûdinê be.
Aydin diyar kir ku ekîbên polêsan gihîştin ciyê bûyerê û dest bi lêgerîn û kontrolê kirin ka gelo li herêmê teqemeniyên din jî hene an na.
Aydin diyar kir ku ew, bûyerê wekî rûdaneke terorê pênase nakin û wiha dewam kir, "Dibe ku ev hewldaneke xwekuştinê be. Heger na, divê vî kesî ciyekî qelebalixtir tercih bikira."
Di bûyerê da ji xeynî kesê ku teqemenî teqand, tiştek bi kesî nehat, kuştî û birîndar tunene. Herwiha kuçe û kolanên herêmê hatin valakirin û tevdîrên ewlekariyê hatin standin.