DIYARBAKIR
Di hilbijartina giştî ya parlementeriyê ya ku di 7ê hezîranê hat kirin di gelek sandoqên li gundan hatibûn danîn de ji bilî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji tu partiyeke din re ray derneketibûn û ev yek jî bû sedema nîqaşan. Lewra tê gotin ku li ser dengdêran zordestî hebû û mudaxele li sandoqan hat kirin.
Li 27 gundên Farqîna navçeya Diyarbekirê hemû ray ji HDPê re derketin, li Batmanê di 400 sandoqan de rayên ji HDPê re derketin ji sedî 99 bûn û li Mêrdînê jî di 100 sandoqî de ji AK Partiyê re qet ray derneket û ji ber vê jî nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî vê yekê didin.
Serokê bajarê Diyarbekirê yê AK Partiyê Muhammed Akar diyar kir ku di gelek sandoqan de encamên ecêb derketin holê û lewra li Farqînê derket holê ku li 27 gundan bi tenê ji bo HDPê ray derketin û wiha pê de çû: "Di sandoqan de hema bêjin ji AK Partiyê re qet deng derneketin. Ev rewşeke ne asayî ye. Gelo gundiyekî û wezifedarê sindoqê jî raya xwe nade AK Partiyê. Me îtiraz kir lê tu encam derneket."
Akar destnîşan kir ku di gelek sandoqan de rayên betal jî derneketin û wiha dewam kir: "Encam ne asayî ne di sandoqan de manîpulasyon heye yan na? Lazim e ku ev yek derkeve holê."
Serokê bajarê Diyarbekirê yê Huda Parê Şeyhmus Tanrikulu îdiayên ku beriya hilbijartinê li herêmê ser welatiyan zordestî hatiye kirin bi bîr xist û wiha pê de çû: "3 meh beriya hilbijartinê gef li gundiyan hat xwarin ku bila rayê bidin HDPê. Li ser derûniya dengdêran zordestî hebû."
- Sêrt
Serokê bajarê Sêrtê yê AK Partiyê Fuat Ozgur Çalapkulu jî ragihand ku li bajarê wan encama ku di 25 sindoqan de derket holê ecêb e û wiha pê de çû: "Di van hin sandoqan de piraniya rayan ji HDPê re deket, di hin sandoqan de jî wisa xuya dike ku herkes hatiye raya xwe daye û ew ray jî ji HDPê re derketine."
- Mêrdîn
Serokê bajarê Mêrdînê yê AK Partiyê Bahattîn Uncu jî got ku ew îdiayên di hin rojname û malperên înternetê de derketin rasti n û wiha axivî: "Li Mêrdînê di 100 sandoqî de ji AK Partiyê re ray derneket. Di 238 sandoqan de jî yan 5 û yan jî ji 5an hindiktir ray ji AK Partiyê re derketin. Mînak em bibêjin 270 kes li ser sandoqekê raya xwe didin di nav wan de ji bilî HDPê ji tu partiyeke din re ray dernekeve. Me îtiraz kir lê îtirazên me hatin redkirin."
- Batman
Li navenda Batman û bi taybetî jî li gelek gundên wê ji AK Prtiyê re rayek jî derneket û rayên hatibûn dayîn hemû ji HDPê re çûn. Parlementerê AK Partiyê yê Batmanê Zîver Ozdemîr jî destnîşan kir ku ev encam ji ber zordestiya li ser welatiyan hat kirin derket holê û wiha pê de çû: "Li hin taxên navenda bajêr û gundan rayên HDPê gelekî pir derketin û ji AK Partiyê re qet derneketin, berê qet tiştekî wiha pêk nehatibû.
Namzedê parlementerê Serbixwe yê Batmanê Aydin Gokê ku Huda Parê piştgirî didayê jî got: "Di encaman de qusirek heye lewra ne mimkun e ku encameke wiha li welatên bi dîktatoriyê tên birêvebirin jî derbikeve."
- Şirnex
Serokê bajarê Şirnaxê yê Huda Parê Abdullah Kilinç jî got ku roja hilbijartinê li gelek gundên Sîlopiyê ji gundiyan hat xwestin ku bila bi eşkere raya xwe bidin HDPê û axaftina xwe wiha domand: "Gelek gilî û gazin hatin ku roja hilbijartinê li pirî gundan ji welatiyan hatiye xwestin rayên xwe eşkere bidin."