LONDRA
BBC banga Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron ya ku dibêje bira ji bo DAEŞê gotina "Dewleta Îslamê" neyê emilandin, red dike.
Cameron di daxuyaniya xwe da wiha gotibû: "BBC di nûçeyên xwe da ji bo DAEŞê gotina 'Dewleta Îslamê' diemilîne. Ev dewleta Îslamê nîne, rejimeke hov û zalim e."
Piştî banga Cameron 120 parlementerî ji BBCyê ra name şand û wiha gotin: "Divê gotina Dewleta Îslamê neyê bikaranîn, lewra ev îtibarê dide derdorên Îslamî yên radîkal."
Midûrê Giştî yê BBCyê Tony Hall di maqeleya xwe ya ku wek bersiv nivîsand da wiha got: "BBC dema kom û saziyan binav dike, li gor binavkirina kom û saziyan hereket dike. Emilandina vî navî nayê wateya qebûlkirin an jî hebûna vî navî, lê dibe ku xelet were fehmkirin. Em ê jî ji vir pê da bibêjin 'qaşo Dewleta Îslamê.' "
Hall diyar kir ku emilandina peyva DAEŞê dibe ku wek piştgiriyê were fehmkirin û got ev jî zirarê dide bêterefiya BBCyê.