Ahmet Furkan Mercan
02 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2022
Li başûrê rojavayê Japonyayê, peravên eyaleta Miyazakiyê bi lerza 5,8ê erd hejiya.
Li gor Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), li peravên Miyazakiyê li gor saeta herêmî di 12.02yê da bi lerza 5,8ê erd hejiya.
Ajansê daxuyand ku erdhej li peravên Nîvgirava Osumiyê 30 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Piştî erdhejê hişyariya "pêla terikî" nehat dayîn.
Hat gotin ku erdhej li eyaletên Ehime, Saga, Kumamoto, Oita û Kagoşimayê hat hîskirin.
Li Kagoşimayê di Tesîsa Hêza Nukleerê ya Sendaiyê da rewşeke neyênî nehat dîtin.